Heskîfiyan bi darê zorê dişînin cihê nû 2019-10-24 09:10:39 ÊLIH - Li Heskîfê karê avgirtinê yê ji bo Bendava Ilisûyê didomin. Welatiyên hîn li Heskîfê ne, diyar kirin ku bi zorê berê wan didin cihê nû ku hîn karên wê yên binerdî neqediyaye.  Li Heskîfa dîrokî karê avgirtinê yê Bendava Ilisûyê didome. Welatiyên hîn jî li Heskîfê ne, diyar kirin ku bi zorê berê wan didin cihê nû ku hîn karên wê yên binerdî neqediyaye. Ahmet Akdenîz, bilêv kir ku ji her derê Heskîfê bêhna bîranînên wî tê û ji ber wê jê bên derxistin û di bin avê de bimîne xemgîn e. Akdenîz, got ji bo pêşeroja zarokên xwe ji mecbûrî çûne cihê nû.     Akdenîz ku got "Sedema ku me nedixwest em biçin wan malên 45 metrekareyî, ew bû ku bêqenalîzasyoon bûn û nebaş bûn. Şîrketê xaniyên xirab çê kiriye."    ‘KARNEYA TOKÎYÊ LI HOLÊ YE'    Çetîn Bato jî anî ziman ku ji ber cihê nû baş nehatiye çêkirin mirov naxwazin biçin û got, jiyan tenê ne hundurê mala ye, divê hawirdor jî bê sererastkirin. Bato, da zanîn ku rogarên li kuçeyan ser wan vekiriye û ev ji bo zarokên wan talûke ye. Bato, got: "TOKÎ'yê xanî çê kirin. Lê belê li her deverê Tirkiyeyê karneya TOKÎ'yê li holê ye."    ‘ME XANIYÊN XWE NEFIROTIN, BI ZORÊ ÎSTIMLAQ KIRIN'    Suleyman Agalday jî bilêv kir ku naxwazin ji Hekîfê derkevin û got: "Em naxwazin ji Heskîfê biçin. Lê av tê, wekî din çare nema. Mirov dibêjin qey me malên xwe firotine, na me nefirotiye. Bi zorê îstimlaq kirin û ji me stendin." Agalday, diyar kir ku şebekeya ava cihê nû ji ya cihê berê xirbatir e û xaniyên wê bi malzemeyên nebaş hatine çêkirin.    MA / Metin Yoksu