Rêvebirê Weqfa Ûmûtê Akcan: Divê çekdarîbûna şexsî bê kontrolkirin 2019-10-24 09:08:06 STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir ê Weqfa Ûmûtê Dr. Ayhan Akcan, diyar kir ku çekdarîbûna şexsî li Tirkiyeyê zêde bûye û got, divê kesên çekan peyda dikin bên kontrolkirin.  Li gorî rapora şideta çekdarî ya Weqfa Ûmûtê; li Tirkiyeyê 85 ji sedî bêruxset 25 milyon çek hene. Di 4 salan de bûyerên çekdarî 69 ji sedî zêde bûne. Endamê Desteya Rêvebir ê Weqfa Ûmûtê Dr. Ayhan Akcan, diyar kir ku çekdarîbûna şexsî li Tirkiyeyê zêde bûye û got, divê kesên çekan peyda dikin bên kontrolkirin.    'ÇEKDARÎBÛNA ŞEXSÎ ZÊDE DIBE'    Akcan, da zanîn ku li Tirkiyeyê rêjeya çekdarîbûna şexsî her sal 3-4 ji sedî zêde dibe û got: "Di sala 2015'an de cinayetên bi çekan çê bûne 60 ji sedî bû, lê belê niha ev rêje bûye 70 ji sedî."    DIVÊ BÊN KONTROLKIRIN   Akcan, bal kişand ser kêmbûna kontrolkirinê û şert û mercên peydakirina çekan û got, di bûyerên şidetê yên li hemberî jinan de 70 ji sedî çek tên bikaranîn. Akcan, got: "Ji bo kes çekê peyda bike, divê rizaya hevjîna wî heb. Eger karmend be, divê bi rizaya şîrketê û parêzeran be. Her wiha gava kes bi daxwaznameyê doza çekê bike, divê 15 rojan an jî mehekê bê sekinandin. Ligel vê divê bikaranîna çekê ne 5 sal 2 sal be. Beriya wê teqez divê bê perwerdekirin. Piştî ruxsetê divê pergala kontrolkirinê hebe. Gelo kes çeka xwe navrastê an dixe qaseya xwe? Divê ev bê kontrolkirin. Di nav malê de, nexasim jî di dema devjêhevberdanê de, divê ji bo demekê çek bê desteserkirin û tevdîrên bi vî rengî bên girtin. Eger tevdîrên bi vî rengî bên girtin wê sûcên tên kirin û bikaranîna çekan jî kêm bibe. Axirê divê bê qedexekirin."    Akcan, anî ziman ku ji bo vê wan pêşnûmeyek daye ber meclîsê jî.    Asli Akyar jî diyar kir ku birayê wê Serdar Çekîç û Hasan Saytal di 3'yê Tîrmehê de di trafîkê de ketine qirika hevdu û Saytal birayê wê kuştiye û got: "Birayê min mir. Du zarokên wî sêwî man. Dixwazim bipirsim, ma wê çekdarîbûna şexsî û magandatiya trafîkê heta kengî mirovan bikuje û çend zarokan bê bav bihêle? Bila çekdarîbûna şexsî bê qedexekirin."    Akcan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her sal bi sedan kes ji ber çekdarîbûna şexsî dimirin û got: "Çek weî nan û avê tên firotin."    'BILA BÊ QEDEXEKIRIN'    Akyar, anî ziman ku divê li kujeran cezayên giran bên birîn û got, divê çekdarîbûna şexsî bê qedexekirin.    MA / Mehmet Halit Çetinbaş