ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-24 09:00:08 * Fanzîna fotografiyê "flashhilat", di hejmara xwe ya 9'an de bi navê "flashava" derket. Edîtorî ji bo hejmara 9'an a bi navê "flashava" dibêje: "Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile jî di hejmara 9'an de navê xwe ''flashhilat''ê diguherîne û dike 'flashava'." * Endamê Desteya Rêvebir ê Weqfa Ûmûtê Dr. Ayhan Akcan, diyar kir ku çekdarîbûna şexsî li Tirkiyeyê zêde bûye û got, divê kesên çekan peyda dikin bên kontrolkirin.    * Pisporê DÎSK-AR'ê Denîz Beyazbûlût, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên betal her diçe zêdetir dibe û got, nexasim jî hejmara jinên ciwan ên betal ji Tîrmeha 2005'an ve bûye 41.2.    * Cotkarên silqok û kartolan diçînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, mazot û ceryanê xisirîne û gotin: "Em zehmetê dikişînin, lê tiştekî qezenc nakin."    * Li Heskîfê karê avgirtinê yê ji bo Bendava Ilisûyê didomin. Welatiyên hîn li Heskîfê ne, diyar kirin ku bi zorê berê wan didin cihê nû ku hîn karên wê yên binerdî neqediyaye.    * Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku Rojava tenê ne ji bo kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye cihê hêviyê û got, tenê armanceke êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, ew jî fetisandina şoreşa Rojavayê ye.    * Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Filîz Kerestecîoglû, ji bo girtina hevşaredarên HDP'î û tayînkirina qeyûman, got: "Qedexe ji bo HDP'ê hene. Lê ger demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye."    * Danişîna doza polis Yakup Ş. ê di Newroza 2017'an de xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut li pêş çavê kamerayan kuşt, dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)   * Sendîkaya DÎSK'ê dê li pêş Midûriyeta Kar û Xebatnê ya Stenbolê ji bo mafê xwe yê kedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê esnafên Navçeya Rezan û Sûrê yên Amedê ziyaret bikin. (13.00-15.00)