Malên Gel: Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be 2019-10-23 13:31:29   STENBOL - Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay, diyar kir ku tayînkirina qeyûman xespa vînê ye û wiha got: “Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be. Ne pewist e mirov deng dabe HDP’ê. Ev raste rast rêgeza demokrasiyê ye."    Wezîrê Karên Hundir ji 19'ê tebaxê heta niha qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Amed, Wan, Pasûr, Qereyazî, Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Peyas, Bîsmil, Karaz û  Erdîşê kirin.  Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay û Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a şaxa Eyûp a Stenbolê Îmam Balsever bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.    Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay, diyar kir ku tayînkirina qeyûman xespa vînê ye û wiha got: “Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be. Ne pewist e mirov deng dabe HDP’ê. Ev raste rast rêgeza demokrasiyê ye."  Gunay, anî ziman ku qeyûm rewşek şermê ye û wiha got: "Qeyûm bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê hemû mirovên demokrasî û mafên mirovan diparêzin li dijî vê yekê derkevin. Divê em demokrasiyê biparêzin û li dijî qeyûman dengê xwwe bilind bikin.    Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a şaxa Eyûp a Stenbolê Îmam Balsever jî anî ziman ku qeyûm ne tenê li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Tirkiye, li dijî hemû destkeftiyên Kurdan ên Rojhilata Navin e û wiha got: "Li Tirkiyeyê binçavkirin, girtin, zext û xespa vînê zêde ye. Li Rojava jî li dijî hemû destkeftiyan kurdan êrîşek tevahî heye. Dixwazin hemû destkeftiyên Kurdantar û bar bikin. Kurdan di hilbijartina 31'ê Adarê de vîna xwe dîsa qezenç kirin. Lê hikûmet vê yekê tehamul nake. Helwesta Kurdan li Rojavayê  Tirkiyeyê bi AKP'ê da windakirin. Ji ber vê yekê AKP dixwaze tola xwe ji Kurdan hilîne. Di hikumetê de fabîya Kurdan heye. Ev fobî bi qasî Kurtan tune bike bêde ye."