Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Balkaya hat binçavkirin 2019-10-23 13:30:35   MÛŞ - Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Mûşê Mûrat Balkaya û xwendekareke zanîngehê hatin binçavkirin.    Polisan îro serê sibehê li Mûşê bi ser gelek malan de girt û Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Mûşê Mûrat Balkaya û xwendekara zanîngehê Nafiye Bal ku di heman demê Endamê Meclisa Ciwanan a Mûşê ya HDP'ê ye binçav kirin. Hat hînbûn polisan Balkaya û Bal piştî binçavkirinê birine Miduriyeta Polisan a Mûşê. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û tê gumankirin ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.