Polîsan Hevserokên HDP'ê yê Navçeya Hekîmhan a Meletiyê binçav kirin 2019-10-23 12:54:20   MELETÎ - Polîsan bi ser malên Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Hekimhan a Meletiyê Muharrem Ozbey û Endamê Arguvan Azîz Polat de girt û li malê binçav kirin.    Polîsan li navçeya Hekimhan a Meletiyê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina mala Hevserokê HDP'ê Muharrem Ozbey û Endamê Arguvanê Aziz Polat de lêgerîn kirin û piştî lêgerînê Ozbey û Polat binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.