Li Sûriyê her kesî rola xwe leyîst: Di dorê de pêngava kurdan heye 2019-10-23 11:51:36 GIRÊ SPÎ – Amerîka û Rûsya di bin navê parastina axa Sûriyê de parçe kirin. Tirkiye bi dijberiya kurdan bi rejîmê re bazariyê dike. Almanya û welatên Ewropa rola xwe winda kirin û xwestin di maseyê de cih bigirin. Îran niha di pozîsyona “bisekine û bibîne” de ye. Her kes dixwaze berjwendiyên xwe biparêze. Niha li Sûriya hatiye parçekirin dora pêngavê a kurdan e.    Êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 roj li pey xwe hiştin. Tirkiye û komên xwe yên paramîlîter ên di bin navê “Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO)” li gel “agirbestê” jî êrîşî kozikên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û qadên jiyanê kirine armanca xwe. Li ser herêmê balafirên keşfe yên Tirkiyê her kêlî difirin. QSD jî di çarçoveya parastina rewa de xwe diparêze.    TALAN Û DIZIYÊ DEST PÊ KIR    QSD piştî agirbestê ragihand ku ew ji Serêkaniyê û  Girê Spî vekişiyane. Tirkiye piştî Amerîka bi Rûsyayê re rûnişt û li hev kirin û peyamenek ragihandin. Êrîşa Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû hevsendgî, polîtÎka û tifaqan guhert. Nih li Serêkaniyê û Girê Spî hêzên paramîlîter ên selefî hene û her cûre pêkanînên mîna yên DAIŞ’ê pêk tînin. Van komên selefî bi awayên xwe yên pêkanîna komkujiyê, tecawiz, talan, revandina însanan, îşkence û guhertina demografiye tên nasîn her cihê ku diçinê heman tiştî pêk tînin. Li Girê Spî sepana DAIŞ’ê anîn û bi darê zorê hîzaran (çarşef) li jinan dikin. Li Serêkaniyê jî dest bi revandina sivîlan kirine. Li her du bajaran jî dest talankirina malên kurdan kirine û kelûpelên kurdan tên dizîkirin.    HATINA REJÎMÊ    Bi vekişîna hêzên koalîsyona navdewletî yên ji herêmê êrîş dest pê kirin. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi van êrîşan re derketin astek din. Piştî 9 salan rejîma Sûriyê li rojhilatê Çemê Firatê hat bicihkirin. Bi navbeynkariya Rûsyayê re QSD û rejîma Sûriyê li hev kirin. Hêzên rejîmê li hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bicihkirin. Tirkiye dixwest Girê Spî û derdora wê bixwe bin kontrola xwe. Lê hêzên rejîmê bicih bûn û li ser rêya navnetewî M4 jî hat bicihkirin. Li hin cihan komên paramîlîter ên Tirkiyê êrîş dibe ser hêzên rejîmê. Rejîm ji bersivdayînê direve.    LI SER SÛRIYÊ LI HEV DIKIN GELO?    Piştî Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir Amerîka û Tirkiye rêkeftinek pêkanîn. Di serdema van êrîşan de Rûsya jî tev lî pêvajoyê bû. Vê rewşê “Lihevkirina parvekirina Sûriyê” bi xwe re anî û girtin dest. Piştî demek kin hêzên Rûsya li hin deverên herêmê bicih bûn û bi taybetî jî hêzên Rûsya ketin cihê hêzên koalîsyona navdewletî ku vala kirin. Lezbûna Rûsyayê piştî peymana li gel DYA’yê pêk hat. Mijarek din a girîng jî ya li hev kirina Amerîka û Rûsya ew e ku Îranê ji bo demek dirêj ji herêmê derxin û ev yek tê nirxandin. Parvekirin û polîtîkaya bêbandorkirinê xwe piştî gotinên “Min herêma petrolê mîsoger kir” ên Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe bi awayek şênber raxist ber çavan.    RÛSYA DIXWAZE XWE BI BANDOR BIKE    Rûsya li ser hevsengiyên nû li qadê xwe bi bandor dike. Rûsya hem bi Tirkiyê re û hem jî bi rêveberiya xweser re di nav peywendiyên cuda de ye. Herî dawî duh li Soçiyê Rûsya û Tirkiye li hev kirin û vê li hevkirinê jî da nîşandan ku tê xwestin axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parçekirin. Her çiqas navê parastina tevahiya axa Sûriyê lê were kirin jî tê gotin ku destûra mayîna Tirkiyê ya li Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dayîn. Tê dîtin ku Amerîka jî îtîrazî vê rewşê nake.    ELMANYA DIXWAZE ÇI BIKE?   Di serê hin hêzên aciziya xwe li dijî êrîşên Tirkiyê anî ziman jî Elmanya tê. Dij derketina êrîşan a Elmanya, Fransa û Îngîlîstanê hişê mirovan li nava hev xist. Elmanya ku niha li dijî Tirkiyê derket, di serê şerê li Sûriyê de destek dida “Artêşa Azad a Sûriyê (OSO)” ku Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Qatarê wan finanse dikir. Bi pêşengiya kurdan komên mîna OSO, DAIŞ û yên din rastî têkçûnê hatin. Elmanya ji wê rojê ve li dijî şoreşa Rojava derket. Di nava 8 salên şerê li Sûriyê de hemû hêzên Ewropa di asta dewletê de têkilî danîn lê Elmanya ji vê rewşê reviya. Niha jî ji bo parastina herêmê gotinan dike lê tê xwestin Elmanya û hêzên din ên Ewropa di vê pêvajoyê de derveyî lîstikê bê hiştin. Dewletên Ewropa dixwazin bi van gotinên xwe yên nû li ser maseyê rûnên û destekftiyan bi dest bixin.    DEST JI ÎRANÊ HAT BERDAN GELO?    Ji bo geşedanên herî dawî yên li ser herêmê heta niha Îranê helwesta xwe nedaye nîşandan. Îran her çiqas li dijî plana Tirkiyê û Amerîka aciziya xwe nîşan bide jî lê Rûsya ji ber li qadê têkiliyan sar dike hêzên xwe yên li derdora Dêra Zorê kêm dike.    QSD PLANAN XERA DIKE    Bi geşedanên herî dawî yên li Sûriyê tê xwestin û plankirin ku di van bazariyên nû de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta tunekirinê bixin meriyetê. Li dijî vê yekê rêveberiya xweser û QSD berxwedanek dîrokî dan nîşandan û plan û bazariyan xera dikin. Di vê hevsengiyên nû û tifaqên pêk tên de QSD dixwaze li dijî rewşa polîtîk û siyasetê bibe bersiv û di destê wan de fersendên mezin hene. QSD û rêveberiya xweser bi sazûmankarên lîstikê re têkiliyê xwe dewam dike. Li qada ku hemû kart ji nûve hatin şikestin tekane hêza ku destê wê xurte QSD ye û QSD xwe ji bo pêngavên nû amade dike.    MA / Nazim Daştan