Îtîrafkar 11 roj beriya hilbijartinê li ser Mizrakli îfade da 2019-10-23 11:44:07   AMED – Piştî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli di 22'ê Cotmehê de hat girtin, derket holê ku îtirafkar Hîcran Berna Ayverdî piştî teslîm bû û ji "Zagona poşmaniyê" sûd girt 3 sal şûnde 11 roj beriya hilbijartina 31'ê Adarê li ser Hevşaredar Mizrakli îfade daye.    Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wan, Amed û Mêrdînê ji peywirê dûr xistibûn û Waliyên bajaran wekî qeyûm tayîn kiribûn. Di 21'ê Cotmehê de hevşaredaên Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Keziban Yilmaz, Hevşaredara Bîsmilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin û di 22'ê Hevşaredarên Amedê Mizrakli, Hevşaredara Peylasê Yilmaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier girtin. Hevşaredarê Amedê Mizrakli bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Di girtekan de deket holê ku Îtirafkar Hîcran Berna Ayverdî piştî teslîm bû û ji "Zagona poşmaniyê" sûd girt 3 sal şûnde 11 roj beriya hilbijartina 31'ê Adarê li ser Hevşaredar Mizrakli îfade daye. Di 20'ê Adarê de îfade ji Ayverdî hatiye girtin û Ayverdî di îfadeya xwe de gotiye ku dema di nexweşxaneyek taybet de peywirdar bû bihîstiye ku Mizrakli "Endamekî birîndar ê PKK’î derman kiriye." Dozger, di lêpirsînê de ev pirs ji Mizrakli pirsî, lê Mizrakli, ev yek teqez red kir. Mizrakli, parast ku Ayverdi ji devê kesê sêyemîn agahî parve kiriye û li ser gote gotan ev agahî parve kiriye. Mızrakli, da zanîn ku ew Ayverdî nas nake û nizane ku li nexweşxaneyê dixebite ya na. Mizrakli, li ser îfadeya  Ayverdî ya ‘Endamê rêxistinê yê ku roviyên wî birîn roja dîtir tabûrcî kirine' parast ku di aliyê tibbê de tiştekî wisa ne  pêkan e. Mizrakli, di parastinê de anî ziman ku kesekî bi vî rengî emeliyat bibe ji aliyê tipê ve ne pêkan e û xwest îfadeya vê kesê esas neyê girtin. "