Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin 2017-12-03 09:47:41 ŞENGAL – Civaka Êzidî bi saziya Komiteya Çand û Huner ve êdî bi rengê xwe dijî. Bi avakirina Komiteyê heta niha nêzî 200 zarok hatin perwerdekirin. Di perwerdehiyê de dîroka çand û hunera êzîdiyan jî tê dîtin.   Piştî erîşên DAIŞ’ê di 3'ê Tabaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî pêk hat, qetlîameke mezin rûda. Piştî vê komkujiyê gelê êzîdî xwe di her alî de bi rêxistin dikin. Êzidîyên ku heta niha bê parastin mabûn, bi êrîşên DAIŞ’ê ve di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de di nav xwe de guhertinên mezin çêkir. Civaka Êzidî xwe bi şert û mercên xwe birêvebir û saziyên ku civake azadî re pêwist e ava kir. Bi avakirina meclisan, hêzen leşkerî YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxan û Parastina Sînor civaka Êzidî gihîşte merheleke nû. Di vê asta ku civaka Êzidî gihîştiyê, Tişta herî berbiçav avakirina saziya çand û hunerê ye. Avakirin û rêveberiya çand û hunerê dibe nişangeha pêşeroja civaka Êzidî, ku êdî karibin bi reng û çanda xwe bijîn. Di bin Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê de Komiteya Çand û Huner hat avakirin û Komîteyê dest bi karê xwe kir.    200 KES HATIN PERWERDEKIRIN   Berpirsiyara Komiteya Çand û Hunerê Delal Serhed der barê karên Komiteya Çand û Hunerê ya girêdayê Meclîsa Xweseriya Demokratik a Şengalê de agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA). Delal Serhad, destnîşan kir ku Komiteya Çand û Huner, di despêka avakirina xwe de bi çend kesan karên xwe dimeşandin û wiha got: "Komiteya ku di 20'ê Gulan 2016’an de li Serdeştê hat avakirin, îro bi 15 kesan karê xwe dimeşîne. Komîte ji dema avakirinê heta niha nêzi 200 zarok û ciwanên Êzidî perwerde kir."    DERSÊN TEORÎK YÊN DERBARÊ ÇAND Û HUNERA ÊZÎDIYÊTÎ JÎ HENE   Komiteya Çand û Hunera Şengalê, li Xanesor, Navenda Şengal, Serdeşt, Duhola, Sînunê û Borikê saziyên xwe vekirin. Komiteyê di demek nêz de bi avakirina meclisê ya Zorava jî dê saziya xwe ava bike. Komiteya Çand Hunerê, çiqas derfetên wan kêm be jî, amûrên çand û hunerê dide şagirtan. Komîte amûrên wekî def, erbane, cumbuş, darbûka, bilûr, keman û org didin şagirtan. Dîsa komîte perwerdeya şano, govend, musik, stran û defê û musikê giştî dide. Perwerdeyan de dersên teorîk derbarê çand û hunera Êzidiyêtî jî hene.   KOM NAVÊN XWE JI ŞERVANÊN ÊZÎDÎ DIGIRIN   Komiteya Çand û Hunerê, heya niha di nava xwe de komê musîk, govend, şano û strana jî derxistiye. Komên Komiteya Çand û Hunerê ku piraniyê navê xwe di şervanên Êzidî yên şerê DAIŞ’ê de jiyana xwe dest dane girtiye ev in: Koma Şehît Bêrîvan, Koma Tîrêjên Êzidxanê, Koma Şehît Amed, Koma Çiyayê Şengal (zarok), Koma Şehît Sufiyan, Koma Şehît Nazê, Koma Şehît Şengal, Koma Şehît Nujiyan, Koma Fermanê, Koma Heval û Koma Êzda (jin).   Di nav van koman de Koma Çiyayê Şengalê 23’yê meha Kanûnê wê beşdarê festivala musikê ya Rojava bibe. Dîsa Koma Şehît Şengal ya zaroka di Tebaxê de di Mihrîcana Rimêlan ya Rojava pêk hat de başdarê wê bûbû.   ‘EM ÇIQAS PERWERDE BIBIN EMÊ EW QAS BIBIN ÊZÎDÎ’   Komiteya Çand û Hunerê heya niha nêzî 30 dewreyê perwerdan pêk anî. Dewreya perwerdê ya herî dawî jî, di Borikê de hat çêkirin. Dewrê mehekê domand û 15 kes beşdar bûn. Der barê dewrê de mamosteyê perwerdê û endamê rêveberiya Komiteya Çand û Hunerê Hemo Şengalî, destnîşan kir ku çiqas derfetên wan kêmbe jî, bi serkeftî dewre xilas kirine.  Şengalî anî ziman ku îro pir keyfxweşin û wiha got: "Me bi moralekî pir xurt ciwanên Êzidî perwerde kir. Bi rastî çanda Êzidî jî pir kewn e. Lê nehatiye perwerdekirin. Em çiqas perwerde bin emê hindê bibin Êzidî. Di nav şagirdên me de pir hunermendên Êzidî we derên û pêşengtiyê vê civakê re bikin.”   Şagirdê pewrwerdê yê ku dereceya yekemin de dewreya xwe xilaskir, Merwan Malo jî, bal kişand alikariya tevgera azad û spasi ji wan re kir. Malo jî got ku, pir keyfxweş e û amade ye bibe mamoste ku tiştê zane hinî ciwanên din bike. Çandê diyarî ku Malo bûye yekemin, tembûrek hilda.   MA/ Selamî Aslan