Ji ber daxuyaniya li dijî qeyûman derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2019-10-23 09:20:45 EDENE - Ji ber tev li daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman bûn, hevserokên HDP'a Edeneyê jî di nav de derbarê 15 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzer Tûgay Bek ku nerazîbûna xwe ya ji bo lêpirsînê anî ziman, got: "Tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye."  Di 26'ê Tebaxê de Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin, li dijî qeyûman daxuyaniyek dabû. Derbarê kesên tev li daxuyaniyê bûn lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriyê, 8 jê parêzer derbarê 15 kesan de bi îdiaya "Muxalefetiya li hemberî qanûna xwepêşandan û civînan" lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêprsînê de îfadeya hevserokên HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Mahsûn Erîg, Hevseroka HDP'a Seyhanê Sûzan Kiliç, Hevserokê HDP'a Seyhanê yê berê Hazim Yalçin, rêveberên HDP'a bajêr Osman Guven û Azîz Ûslû û Nejat Oktay hat girirtin. Her wiha hat hînbûn ku wê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya parêzer Îlhan Ongor, Sevîl Araci Bek, Tûgay Bek, Sebahattîn Demîr, Fatma Kaymaz Son, Şîar Rîşvanoglû, Umît Buyukdag û Mengucek Gazî Çitirik jî bê girtin.    Parêzer Tûgay Bek, destnîşan kir ku ew ê li ber van zext û zoriyan serî netewînin û got: "Tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye. Ji ber netehemulkirina azadiya ramanê ev lêpirsîn hatiye destpêkirin."