'Divê pêşî jin li dijî şer derkevin' 2019-10-23 09:17:16 EDENE/MÊRSÎN – Jinên ku li dijî şer nerazîbûnên xwe anîn ziman, bilêv kirin ku divê ew bi hêza xwe ya cewherî ji çerxa şer û kedxwariyê derkevin.  Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin û zarok jî di nav de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Nûnerên rêxistinên jinan ên li Edene û Mêrsînê, bal kişandin ser tesîra şer a li ser jinan.    Endama Platforma Jinan a Mêrsînê Fatma Sarikaya, şer ji bo jinan taciz, tecawiz, xizanî û windahî ye. Sarikaya, bilêv kir ku wan ev yek di şerê Sûriyeyê de jî dîtiye û got: "Her çend li Sûriyeyê jin ne kirdeya vî şerî ne jî, bi taciz û tecawizê re rû bi rû man." Sarikaya, destnîşan kir ku di tevahiya şerên li cîhanê de jin bi pirsgirêkên tarvamatîk re rû bi rû dimînin û got: "Loma em jin em ê tim û tim li dijî şer doza aştiyê bikin û li hemberî mirinê jiyanê biparêzin."   ‘DIVÊ KESÊN XWEDÎ WIJDAN LI DIJÎ ŞER DERKEVIN'    Endama Platmorma Jinan a Mêrsînê Seher Kiliç jî anî ziman ku ew tim û tim li dijî şer in û got: "Şer; xizanî, koçberî û xirabî ye. Şer, destpêka hemû xirabiya ne. Loma divê kesên xwedî wijdan li dijî şer derkevin. Di şer de herî zêde jin zirarê dibînin. Gava em di warê sosyolojîk de jî dinerin, jin civak bi xwe ye. Gava li cihekî jin bê binpêkirin, bê taciz û tecawizkirin, mirov nikare li wir behsa jiyanê bike."    Herî dawî Kiliç got: "Divê em li hemû qadan li dijî şer derkevin û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bilind bikin. An jê wê tu carî aştî çê nebe."    'ŞER BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIKIN'    Ebrû Ozel jî, got: "Jin qadeke lîsyika feraseta baviksalarî û şidetê ye. Herî zêde em jin bi vê şidetê re rû bi rû dimînin. Divê em di civakê û pergala baviksalarî de li sedemên vê yekê bigerin." Ozel, diyar kir ku dînamîkên civakê yên demokrasîxwaz û aştîxwaz û nexasim jî jin bi hêza xwe ya cewherî ji çerxa şer û kedxwariyê derkevin.