Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan 2017-12-03 09:22:30 AYDIN  - Li taxa Kizilcakoy a Efelerê ya Aydinê darên zeytûnan yên sedan salan ji ber bermahiyên febrîqeyan hişk dibin.    Li taxa Kizilcakoy a Efelerê ya Aydinê darên zeytûnan yên sedan salan ji ber bermahiyên Febrîqeya Zeytê ya Înce darên temenê wan sed salin hişk dibin. Welatiyên taxê û Platforma Çand û Derdorê ya Aydinê (AYÇEP) li dijî febriqeyê serlêdana sûc kirin. Rayedarên AYÇEP'ê têkildarî mijarê daxwazname dan dozgeriyê û diyar kirin ku ji ber bermahî nayên parzinandin û davêjin nava xwezayê zeytûn hişk dibin û xwest dawi li vê zerarê bînin.    Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergili, diyar kir ku ji pîşesaziya organize ya bê kontrol û bê venêrtin xweza û derdorê zerarê dibîne û wiha got: "Ji ber li gorî pîvan û rêgezan sanayî nayê avakirin darên temenê wan 150 salin zerar dibîne. Em ne li dijî fabrîqeyên zeytûnan in. Lê divê li gorî pîvan û usûlên ekolojî û xwezayê bê xebitandin. Bi sedema ku bermahiyên febrîqeyê nayên parzinandin û nayê paqijkirin berdidin nava zeviyan, axê wekî hawiz digirin dest. Ava bermahiyê ya difire ezman piştre tevî asîdê dibare û zerar dide zeviyên din û nebatên li ser zeviyan. Ji ber vê yekê darên zeytûnan hişk dibin.  Divê maddeyên Kostîk bên parzinandin. Bi sedan febrîqeyên hatin avakirin li gorî pergala berê dixebitin. Divê hemû di ber çavan re bên derbas kirin û li gorî pîvanên ekolojiyê bên nûkirin. Ji ber bermahiyan davêjin nava çemê Menderesê Çemê Menderezê jî qirêj dibe."