Gelê Dirbêsiyê bi girseyî cenaze oxir kirin 2019-10-22 17:29:34   HESEKÎ - Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê 4 endamên QSD'ê bi merasimekê li goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.   Bi hezaran şêniyen Dirbesîyê cenazeyê şervanên QSD‘ê Abdullezîz Şêx Xelef (Zagros Cûdî), Ednan Hesen (Mezlûm Qamişlo), Remedan Simo (Zagros Til Temir) û endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Abdullhemîd Silêman ên li Serêkaniyê di parastinê de jiyana xwe ji dest dan bi merasimekê hatin definkirin. Girseyê cenaze ji ber navaneda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê wergitin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Mamosteya zimanê Kurdî Dilxwaz Xelef, wesîyet xwend û cenaze radestî malbatên wan kirin. Malbatan soz dan ku ew ê şopadarên rêya zarokên xwe bin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin. Herî dawî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî cenaze bi girseyî spartin axê.