Di roja 5'emîn a agirestê de Zirgan bombe kirin: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn 2019-10-22 14:56:43   HESEKÊ - Balafireke keşfê ya Tirkiyeyê peymana agirbestê binpê kir û bajaroka Zirganê bomebaran kir. Di bombebaranê de endamekî hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da û 3 endamên QSD`ê birîndar bûn.   Êrîşên Tirkiye ku di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû didomin. Li gel ku Tirkiye û DYA di 17'ê Cotmehê de ji bo 5 rojan agirbest îlan kir jî êrîşên Tirkiyeyê yênk li ser axa Rojava didomin. Balafirên keşfê ya Tirkiyeyê li Bajaroka Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê bomeberan kir. Di encama bomebaranê de endamekî hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da û 3 endamên QSD`ê jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê. Rayedarên tendirûstiyê destnîşan kirin ku rewşa her sê birîndaran giran e.