Bi meşê tayînkirina qeyûm şermezar kirin 2019-10-22 14:07:10   AMED – Parlamenter û rêveberên HDP’ê, endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê û welatî bi meşekê tayînkirina qeyûm şermezar kirin.    Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Semra Guzel û Remziye Tosun, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê û welatiyan xwestin li ber avahiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar bikin. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê.    Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê wiha bertek nîşanî rewşê da: “Qeyûm tayînî şaredariyên me kirine. Ev mafê me yê herî demokratîk e ku em em daxuyaniyê bidin. Lê destûrê nadin daxuyaniya me. Hûn ê devê me qefle bikin?”    MEŞ LI DAR XISTIN    Polîsan girseyê dorpêç û got heke daxuyanî bê dayîn dê mudaxele bike û kesan bixe binçavan. Polîsan destûr neda rojnameger wêne û dîmenan bikişînin û wan ji ber avahiyê dûr kir. Girse demek dirêj li ber şaredariyê sekinî û pişt re bi meşekê heta avahiya HDP’ê ya Peyasê li dar xistin. Girseyê dirûşm berz kirin û meşa xwe li ber avahiya partiyê bi dawî kirin.