Li Dêrikê 3 cenaze rakirin morga Mêrdînê 2019-10-22 13:50:21   MÊRDÎN – Tê gotin 3 cenazeyê endamên aîdî HPG’ê ne ku duh di pevçûnek li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Li çoltera navçeya Dêrika Mêrdînê duh di navbera esker û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî û çawîşek pispor hatibû kuştin. Piştî pevçûnê li gundên Erbete, Bizdoxan, Simaqî û Kotê qedexeya derkeina derve hatibû ragihandin. Li vê herêmê pevçûn dewam kir û hat angaştkirin ku 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.    Hat zanîn ku 3 cenazeyê endamên aîdî HPG’ê ne ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Her wiha di qedexeya derketina derve de 12 gundî jî hatibûn binçavkirin û hat zanîn ku binçavkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê tên ragirtin. Navê welatiyan wiha ye: Yusuf Temel û kurê xwe Şeyhmus Temel, Abdurrahman Temel, Îbrahîm Temel, Mahmut Temel, Seyît Savci, Bedîrhan Savci, Enver Demlî, M. Nezîr Demlî, Tahîr Adal, Mehmet Bîlgen û Mehmet Siddik Aksak.