Bang li hikumetê kirin: Hilbijêran berdin erka wan paşve bidin wan 2019-10-22 13:34:29 AMED - Sazî û rêxistinên li Amedê, têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyaniyek hevpar dan û ji hikûmetê xwestin ku hilbijêran serbest berdin û erka wan paşve bidin wan.    Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Înîsiyatifa HAK, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li dijî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP’î daxuyaniyek hevpar dan û xwest bi lez erka hevşaredaran paşve bidin wan. Saziyan, daxuyaniya bi sernavê “Zextên li dijî mafê hilbijartin û hilbijêran bila bi lez bên rawestandin" dan û xwestin hilbijêr serbest bên berdan û erka wan paşve bidin wan.    Polîsan di 21'ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bîsmilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier  binçavkirin. Îro serê sibê bi fermana Wezîrên Karên Hundir qeyûm tayinî şaredariyên Peyas, Bîsmil, Karaz û Erdîşê kirin. Qeymeqamê Peyasê Unal Koç wekî qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê, Qeymeqamê Bîsmilê Kerem Suleyman Yuksel wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bîsmilê, Qeymeqamê Karazê Yasîn Yunak wekî qeyûm tayînî Şaredariya Karazê kirin.    Saziyan daxuyaniyek hevpar dan û xwest bi lez hevşaredarên hatine binçavkirin serbest berdin. Rêxistinên civakî bang li hikûmetê kirin ku disa erkawan paşve bidin wan. Rêxistinan anîn ziman ku girtin, binçavkirin, dorpêç û tayînkirina qeyûman li dijî mafên mirvan ên gerdûnî ye û li dijî hiquqê ye. Nûneren saziyan xwest daraz ji van kiryaran re êdî bêj e bes e û êdî xwe ji amûra îktîdara siyasî rizgar bikin. Saziyan da zanîn ku êdî hiqûq, demokrasî û mafên mirovan erk û wateya xwe winda kiriye û darazê bê aliya xwe winda kiriye. Saziyan herî dawî ji hikûmetê xwest ku hilbijêr û siyasetmedaran serbest berdin û erka wan dîsa paşve bidin wan.