Qeymeqamiya Dêrikê ‘Festîvala Zeytûnan’ qedexe kir 2019-10-22 13:32:49   MÊRDÎN – Qeymeqamiyê Derikê “Festîvala Zeytûnan” a Şaredariya Dêrikê bi hênceta operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe kir.    Şaredariya Dêrikê ya HDP’yî xwest di navbera 25-27’ê cotmehê de bi dirûşmên “Dara zeytûnê dara aştiyê ye” û “Em li derdora dara aştiyê tên gel hev” li Dêrikê “Festîvala Zeytûnan” li dar bixe. Qeymeqamiya Dêrikê bi hênceta operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê festîvalê qedexe kir.     JI AKP’Ê RE SERBEST E JI HDP’Ê RE QEDEXE YE   Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku heta niha qeymeqamiyê xebatên wan asteng kiriye û got: “Walî ji bo qedexekirina çalakiyên me adeta qanûnan derdixe. Ev qanûn festîvala Şaredariya Midyadê asteng nake lê şahiya vekirina avahiya me asteng kir. Festîvala me asteng dikin. Ev astengî ne li dijî me li dijî gelê me pêk tînin. Xizmeta ji bo gelê me asteng dikin. Berpirsiyariya me ya ji bo gelê me heye. Gelê Dêrikê ji bo xizmeta xwe me hilbijart. Em astengkiya dayîna xizmeta bo gelê xwe qebûl nakin. Em dixwazin demildest dest ji vê helwestê berdin.”