Akademîsyenê Aştiyê Gul Koksal beraet kir 2019-10-22 13:10:55   STENBOL - Akademîsyen Doç. Dr. Gul Koksal a danezana “Em nabin şirîke vî sûcî" îmze kir, ji doza jê dihat darizandin beraet kir. Koksal, diyar kir ku wê gotina aştiyê her dem bînin ziman.     Akademîsyen Doç. Dr. Gul Koksal a danezana “Em nabin şirîke vî sûcî" îmze kir û ji Beşa Mîmariyê ya Zanîngeha Kocaeliyê hat îxrackirin, ji doza jê dihat darizandin beraet kir. Danişîna doza Koksal, li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Koksal û gelek dostên wê li salona dadgehê amade bûn. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryar da û biryara beraeta Koksal da.    'HÊJ ŞOPDARÊN QEQÎQETÊ GIRTÎ NE'    Gul Koksal, piştî danişînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê min de biryara beraetê da. Lê daxwazên me yên aştiyê pêk nehatin. Dijberî vê yekê şer sînor derbas kirin. Em wekî kedkarên zanistê dibêjin dê her dem aştî, wekhevî û edaletê biparêzin. Em dê her dem gotina aştiyê berdewam bikin. Ji xwe em mafdar bûn. Ji bo fêda civakê daxwazên me hene. Niha di şert û mercên civakê de tu guhertin çênebû. Ji ber ve yekê em dê daxwazên xwe yên ji bo fêda civakê, bindestan, gelên mêtinger lêgerîna heqîqetê berdewam bikin. Gotina aştiyê ne suc e. Dibe ku akademisyenên aştiyê hatibin beraetkirin. Lê kedkarên çapemeniyê, siyasetmedar girtî ne. Hêj qeyûm tê tayînkirin. Ji ber vê yekê em dê gotina aştiyê berdewam bikin. Ji bo fêda gel çi ji destê me bê emê bikin."