Paylan afîşên ‘Yahudî û Xirîstiyanan nekin dostên xwe’ bir Meclîsê 2019-10-22 12:40:00   ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, afîşên “Yahudî û Xirîstiyanan nekin dostên xwe” yên bi panoyên rawestgehên otobusan ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Konyayê ve hatin kirin, bir rojeva Meclîsê.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, afîşên “Yahudî û Xirîstiyanan nekin dostên xwe. Ji we, kî wan bike dost, ew jî ji wane. Xwedê civata zilman naxwe ser riya rast” ên bi panoyên rawestgehên otobusan ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Konyayê ve hatin kirin, bir rojeva Meclîsê.   Paylan di pêşniyazpirsa ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bi bersivîne de wiha got: “Ev afîş bi rawestgehên otobusê yên aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ve hatin kirin û di binê afîşan de îmzeya Komeleya Ciwanên Anadolû û Weqfa Ciwanên Mîllî hene.”    Paylan ji bo ku Soylû bi bersivîne, ev pirs pirsîn:    “* Hûnê çawan îzahata van afîşên nijadperist û gotinên kindar bikin?     *Berî ku ev afîş bên daliqandin, gelo ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ve hatin lêkolînkirin?     *Gelo we derbarê rayedarên şaredariyê de dest bi lêpirsînê kir?    *Gelo we derbarê Komeleya Ciwanên Anadolû û Weqfa Ciwanên Mîllî de dest bi lêpirsîn kir?    * Di warî belavbûna gotinên kîndar de gelo, bandora we û rayedaran ehye?”