Dijberên şer: Tirkye dixwaze bêhnê bide DAIŞ'ê 2019-10-22 12:36:37   STENBOL – Hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivil, di roja dawî ya agirbesta di navbera Tirkiyeye û DYA'yê de bertekên xwe yên li dijî şer anîn ziman û xwestin ev şer bi dawî bibe. Parazvanên mafên mirovan û dijberên şer bang li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk kirin û xwestin ji van êrîşan re bêjin 'Bes e."    Tirkiyeyê di 9'ê cotmehê de li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafiran dest bi êrîşê kiribû. Di roja 9'an a êrîşên Tirkiyeyê de, di 17'ê Cotmehê de DYA û Tirkiyeyê di navbera xwe de ji bo 120 saetan agirbestek ragihandin. Her çend agirbest hatibe ragihandin jî Tirkiye êrîşên xwe didomîne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di 20'ê Cotmehê de ragiahndibû ku ew ji Serêkaniyê derketine. Li aliyê din dê Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn îro bicivin. Hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivil, di roja dawî ya agirbesta di navbera Tirkiyeye û DYA'yê de bertekên xwe yên li dijî şer anîn ziman û xwestin ev şer bi dawî bibe.    PRZ KANAR: HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIRIN   Prz Ercan Kanar, anî ziman ku AKP'ê di salên dawî de hêza xwe winda kiriye û wiha got: "Dixwaze hêza xwe ya winda kiriye li ser 'Herêma ewle' ya li axa Sûriyeyê xurt bike. Hikûmeta AKP'ê demek dirêj e polîtîkaya 'Li welat şer li cîhanê şer' pêş dixe. Polîtîkayên ku zerarê bide gelan pêş dixe. Tirkiye dîsa bi vî şerî hiqûqa navneteweyî îhlal dike. Gelek armancên Tirkiyeyê li Sûriyeyê hene. Dixwaze li aliyekî DAIŞ'ê ji nûve bi ruh bike û bêhnê bide wê. Dixwaze rêveberiya xweser a gelê Kurd perçe bike."    Kanar polîtikayên muhalefetê jî rexne kir û got: "Mixabin partiya muxalefetê jî piştgirî da tezkereyê û rê li pêş şer vekir. Divê hemû beşên civakê, sendîka, parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas bêtir bi dengê bilind li dijî şer derkevin. Bêjin ji şer re na. Mixabin serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê jî wekî subayekî tev geriya ye. Êdî îtîbara saziyên azadîparêziyê ya baroyan tune ye."       YURTSEVER: DAXWAZA AŞTIYÊ NE SÛC E'    Endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Leman Yurtsever jî anî ziman ku her dem li dijî şer in û daxwaza şer ne sûc e. Yurtsever, anî ziman ku çawa çê dibe ku daxwaza aştiyê sûc e û wiha got: "Sûcdarkirina daxwaza aştiyê tu carî nayê qebûlkirin. Ne pêkan e ku daxwaza aştiyê sûc be. Ev li dijî peymana mafên mirovan a gerdûnî ye jî. Ev di heman demê de li dijî Qanûna bingehîn e ji.    KARAKOÇ: DIVÊ GEL JI ŞER RE BÊJIN BES E    Rêveberê Komeleya ANYAKAY-DER'ê Hasan Karakoç jî şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û xwest hemû gel li diji şer derkevin û her kes ji şer re bêjin bes e. Karakoç, anî ziman ku li ser medya civakî mirovên bedena wan bi çekên kîmyewî hatine şewitandin dibînin û wiha got: "Dibêjin Tirkiye di şer de fospora spî avêtiye. Di vê pêvajoyê de Tirkiye pere daye şîrketa ku vê yekê lekolîn dike. Ev mirovan dixe nava fikaran. Divê hemû beşên civakê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û li dijî vê yekê derkevin. Yên li dijî vê yeke dengê xwe bilind bikin mirov û civak e."