Doza darizandina 46 rojnamegeran hat taloqkirin 2019-10-22 12:24:34     STENBOL – Danişîna doza 46 rojnamegerên ji “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tên darizandin hat taloqkirin.    Danişîna doza 46 rojnamegerên ji “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên tên darizandin beşdarî dozê nebûn û parêzer amade bûn.    Dadgehê biryar da ku doza rojnameger Yuksel Genç a li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi vê dozê re bibe yek. Hat xwestin Yuksel Genç ji Dadgeha Amedê bi rêya dîmen beşdarî dozê bibe lê nehat beştarkirin.    Dozger xwest kêmasiyên dosyeyê temam bibin. Parêzer Ozcan Kiliç xwest ji bo Yuksel Genç ferman bidin dadgeha Amedê û da ku beşdarî dozê bibe. Kiliç xwest ku dozek din a rojnameger Ziya Çîçekçî bi vê dozê re bikin yek.    Heyeta dadgehê biryar da ku ji bo Yuksel Genç bi rêya dîmen beşdarî dozê bibe ferman bê dayîn. Dadgehê danişînê taloqî 25’ê sibata 2020’an kir.