Li Osmaniyê 2 HDP’yî hatin binçavkirin 2019-10-22 12:12:06   OSMANIYE – Li Osmaniye 2 HDP’yî ji ber parvekirinên li dijî şer ên di medya civakî de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniye de da destpêkirin vê sibê polîsan bi ser malên HDP’iyan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û endamên HDP’ê Îsmaîl Esen û Mehmet Durdu bi hênceta li ser hesabên xwe yên medya civakî li dijî şer prvekirinan kirine binçav kirin. Her du HDP’iyan birin Miduriyeta Polîsan a Osmaniye.