Mizrakli derxistin edliyê 2019-10-22 12:03:17   AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê duh hat binçavkirin derxistin edliyê.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê di 19’ê tebaxê de ji wezîfeyê hat dûrxistin û duh hat binçavkirin derxistin Dadgeha Amedê. Mizrakli di bin dorpêça polîsan de derxistin edliyê û tê payîn li dozgeriyê îfadeyên wî bên girtin.    Tê payîn Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredar Karazê Rojda Nazlier ên duh hatin binçavkirin û îro ji wezîfeyê hatin girtin derxin edliyê.