'Polîs xwest min bikujin' 2019-10-22 12:02:33   ENQERE - Rêveberê HDP'ê yê 65 salî Îbrahîm Elveren ku xwest beşdarî civîna HDP'ê ya li pêş avahiya HDP'ê ya Enqereyê bibe, rastî êrîşa polîsan hat û birindar bûbû. Elveren ê birîndar bû, got: "Polîsekî got 'Em dixwazin te bikujin' û li min dan. Polîs xwest min bikuje."    Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Enqereyê xwest mîtînga "Em ji bo Demokrasiyê bicivin" li dar bixin. Lê Walîtiya Enqereyê destûr neda. Li ser vê yekê Rêxistina HDP'ê di 19'ê Cotmehê de xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polisan mudaxaleyî kome kiribûn û 3 kes birîndar kiribûn. Rêveberên HDP'ê yên birîndar bûn îro ji nexweşxaneyê derketin û diyar kirin ku wê serlêdana sûc bikin.    Rêveberê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahim Elveren (65), diyar kir ku dema polîsan êrîş kir polîsekî 30-35 salî ew nîşan da û wiha got: "Polîs got 'Êrîşî yê kel bikin' Li ser vê yekê çar polîs ketin milê min û ez li pey xwe kaş kirim. Birim pişt erebê. Polîs ê got 'Erîş bikin' hatd hemberi min û amûrê tuj avêt stuyê min. Min xwe daxist û ew amûr li serê min ket. Xaza îsotê avêtin çavê min. Ew darbeya li serê min ket, darbeya kuştinê bû. Piştî ez birîndar bûm bang li ambulansê kirin. Lê polîsan destûr nedan ku ambulans bê cihê bûyerê. Li ser vê yekê ez bi maşîna wekîl birim nexweşxaneyê. Polîs xwest min bikuje. Bijîşk got 'ev darbeya li serê te ketiye darbeya kuştinê ye' Dema ez birim nexweşxaneyê piştre bijîşk guhertin. Min rapor girt û ez ê li dozgeriyê serledana sûc bikim. Polîs xwest min bikuje. Ez ê hem li polîs, hem li Walitiya Enqereyê û hem jî li Midûriyeta polîsan gilî bikim û bixwazim ku bên cezakirin.    Rêveberê HDP'ê yê Mamakê Adem Bucaga jî anî ziman ku li cihê bûyerê birîndar bû û hevalên wî yên partiyê ew xistin hembêza xwe û birin nexweşxaneyê. Bucaga, da zanîn ku polîs ji nêzîk ve xaza îsotê avêt ruye wî û wiha got: "Bêhna min çikiya. Dema min çavê xwe vekir min dît ku li nexweşxaneyê me. Bijîşk got 'Gelek beşên laşê te eciqî ye' Min rapora lêdane girt. Ez ê serlêdana sûc bikim. Em ê heta dawî li qadan bin."