Îdîaya DAIŞ`î vegeriyan Girê Spî û depoya genim talan kirin 2019-10-22 11:39:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê TSK ketin bajarê Girê Spî. Piştî TSK ketin bajar, çavkaniyên herêmê diyar kirin ku endamên DAIŞ`ê dîsa Ii bajêr vegeriyan û dest bi wêrankirina depoya Dehlîz a rojhilatê bajarokê Silûk ê bejahiya rojhilatê bajarê Girê Spî kirin.   Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)  Îbrahîm Ehmed, agahiyên ji çavkaniyên herêma Girê Spî ragihand û diyar kir ku Endamê DAIŞ'ê Îsmaîl Îdo ku li Girê Spî berpirsê teqemaniya DAIŞ`ê bû, tevî 150 endamên DAIŞ`ê dîsa vegeriya bajêr. Li gorî çavkaniyan yên hebûna DAIŞ`ê erê kirin, diyar kirin ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ev agahî piştrast kirine. Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyê bi navê Xalid Bin Welîd ku li bajarokê Silûkê di qada çapemeniyê de bû, vegeriyaye. Xalid Bin Welîd ê ku dema DAIŞ`ê herêm dagirkiribû, dîmenê avêtina qurbaniyan di koncala Hota kişandibû. Xalid Bin Welîd beriya ku QSD`ê herêma Girê Spî rizgar bikin, kurmamê Xelef Helûs ê ku li herêmê serçeteyê yekemîn ê DAIŞ`ê bû. Hat îdîakirin ku hêzên girêdayi TSK'ê dest bi talankirin û dizîna depoya Dehlîz a li bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî kirin û genim, ceh, semadê difiroşin. Çavkanî diyar kir ku 1 kîlo ceh bi bûhaya 25 lîraya Sûriyê difiroşin, 1 k genim bi 80 û tonek semada ku li Gerînendeya Çandiyê ya bajarê Girê Spî jî bi 10 hezaran difiroşin.