Amadekariya qeyûman bi namzetiya hevşaredaran re dest pê kiriye! 2019-10-22 11:27:50   AMED – Derket holê ku derbarê hevşaredarên Peyas, Bismil û Karazê de wexta ku namzetiya wan diyar bûye yanî bi xebatên hilbijartinê re lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Li ser biryara Wezareta Karê Navxweyî îro qeyûm tayîn şaredriyên navçeyên Peyas, Bismil û Karazê yên Amedê hat kirin. Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier jî duh hatibûn binçavkirin û li emniyeta Amedê tên ragirtin. Derket holê ku lêpirsîna ku kirine hênceta binçavkirin û ji wezîfe girtina hevşaredaran beriya hilbijartinê wexta ku namzetiya wan diyar bûye hatiye destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “sûcên terorê” hatiye destpêkirin.    PEYAS    Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ku du lêpirsîn hatine destpêkirin û kirine yek tê sûcdarkirin. Yilmaz bi vê îdiayê ji wezîfeyê hat dûrxistin.    BISMIL   Derbarê Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kirye”, “Gel arasteyî kîn û dijminahiyê kiriye” û “Endamê rêxistinê ye” bi dosyeyên cuda lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ayaz bi van sûcdariya ji wezîfeyê hat dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî kirine.    KARAZ    Derbarê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin û bi ji ber vê sûcdariyê hatiye binçavkirin û ji wezîfeyê hat dûrxistin.    Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku qeyûm tayînî her sê şaredariyan kirine.    Walîtiyê ragihand ku Qeymeqamê Peyasê Unal Koç wek qeyûm tayîn kirine, Qeymeqamê Bismilê Kerem Suleyman Yuksel wek qeyûm tayîn kirine û Qeymeqamê Karazê Yasîn Yunak wek qeyûm hatiye tayînkirin.