Li Girtîgeha Kurkçulerê bi kuçikan re lêgerînê dikin 2019-10-22 11:24:08   STENBOL - Girtiyê nexweş Mehmet Zahît Şahîn ê li Girtîgeha Kurkçulerê dimîne, diyar kir ku rayedarên girtîgehê dibin navê “Lêgerînê” de bi ser qawîşan de digirin û bi kuçikan lêgerîn dikin.    Girtî Mehmet Zahît Şahîn (34) ê di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digre, bi navbeynkariya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên jiyîn, vegot. Şahîn ê 13 salin girtiye, diyar kir ku rayedarên girtîgehê dibin navê “Lêgerînê” de bi ser qawîşan de digirin û bi kuçikan lêgerîn dikin.   Xwişka Şahîn Tayîbe Şahîn, dest nîşan kir ku gardiyan bi şev bi kuçikan dikevin qawîaşn û lêgerîn dikin. Tayîbe Şahîn, da zanîn ku li girtîgehê binpêkirinên mafan pir zêde ne û wiha got: “Dema ku birayê min di hevdîtina telefonê de, besha binpêkirinên mafan kir, hevdîtina me birîn.”    PARÊZER WÊ GILÎ BIKIN    Parêzerên Şahîn Dîdar Erdem û Serhat Çakmak, diyar kirin ku ewê debarê binpêkirinên mafan de, li Serdozgeriya Komarê ya Edenê gilî bikin.