Senator Hallen: Emê ji kongreyê bixwazin ku bikeve nava tevgerê 2019-10-22 10:59:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed, bi senatorê DYA’yî Chîrs Van Hollen re hevdîtin kir.   Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li ser vexwendina nûner û senatorên Kongreya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka hin hevdîtin kirin. Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed, bi komek demokrat û komarparêz a Chrîs Van Hollen û Lîndsey Graham jî dinav de re lihev civiyan. Senator Chrîs Van Hollen derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: “Ji bo ku ew ji kongreyê bixwazin ku bikeve nava tevgerê, ew ê li gel Îlham Ahmed cih bigirin.”   Hollen di du parvekirinên xwe yên cuda de, wiha got: “Ez ji civîna bi Seroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ahmed re ku yek ji nûnerên siyaseta bilind a Kurdên Sûriyeyê re nû derketim. Rewşa niha ya heyî û rewşa tirsnak a pêdivî bi çalakiyên lezgîn hene vegot. Ji bo ku kongre bikeve nava tevgerê, emê ligel Îlham cih bigirin.   DIVÊ PIŞTGIRIYA  HEWAYÎ BÊ DAYÎN…   Piştî hevdîtina me ya bi Îlham Ahmed re, fikarên me yên derbarê pêşketinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdetir bûn. Divê kongreya em di warî leşker şandina Sûriyeyê de li hev kom bibe. Lazime ku kongre ji bo piştgiriya hewayî û danekirinên li ser Tirkiyeyê bên bi cihanîn, bicive.”