Endamên ‘MSO’ sewqî sînorê Qamişlo tên kirin 2019-10-22 10:50:08 RIHA – Endamên “Artêşa Milî ya Sûriyê” ya di bin banê Tirkiyê de tevger dikin ji Serêkaniyê vekişiyan û sewqî sînorê Qamişlo tên kirin.    Piştî ku Tirkiye û Amerîka ji bo êrîşên Tirkiyê li ser Rojava agirbestek ragihandin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarê Serêkaniyê ya Rojava vala kir. Endamên “Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO)” ên di bin banê Tirkiyê de dixebitin ji Serêkaniyê hatin vekişandin dişînin ser sînorê Nisêbînê. Duh êvarê nêzî 50 wesayît endamên MSO’yê di bin çavdêriya eskeran de ji Serêkaniyê şandin ber bi Nisêbînê ve.    Van endamên MSO bi îşaretên nijadperest û berzkirina tekbîran ji Serêkaniya Rihayê derketin û balkêş bû ku bi riyên xwe dirêj jî poz didan rojnamegeran.