CHP'ê serokê xwe yê ku tezkereyê rexne kir ji peywirê girt 2019-10-22 10:40:54   MÊRDÎN - LRN'a CHP'ê ragihand ku Serokê Rêxistina xwe ya Bajar ê Mêrdînê Ahmet Dûyan ku gotibû "Erêkirina tezkereya ku bêyî ewlehiya sivîlan bê girtin, hatiye kirin, rast nabînim" ji peywirê girt.    Lîjneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya Partiya Komarê ya Gel (CHP), Serokê Rêxistina xwe ya Bajar ê Mêrdînê Pr. Ahmet Dûyan ku partiya xwe ji ber erêkirina tezkereya şer rexne kir û îstifa xwe ya ragihand, ji peywirê girt. Duyan, tezkereya ku beriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Meclisê hatibû erêkirin, rexne kiribû û ragihandibû ku ji partiya xwe îstifa kiriye.    Duyan ku 2 sal in serokatiya CHP'a Mêrdînê dike îstifaya xwe bi van gotinan ragihandibû: "Ez, erêkirina tezkereya ku bêyî ewlehiya sivîlan bê girtin, hatiye kirin, rast nabînim, ji ber ku ez ê nebim parçeyek feraseteke siyasî ku ji mirin û gelek tiştan re bê deng dimîne, bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînim ku ji Serokatiya Bajar a CHP'ê ya Mêrdînê îstifa dikim."   Biryara îstifakirina Duyan beriya ku bigihîje Navenda Giştî, Duyan ji aliyê Lîjneya Rêveberiya Navendî ve ji peywirê hat girtin.