Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn pêk hat: 5 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn 2019-10-22 10:29:07   QERS – Li navçeya Kaxizmanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxê de teqîn pêk hat, 5 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn.    Li navçeya Kaxizman a Qersê, di dema derbasbûna  wesayîta zirxî de teqîn pêk hat. Li gorî agahiyan, duh bi şev li çoltera gundê Gellîhacî di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn pêk hat. Di teqînê de 5 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn.    Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaxizmanê û piştî mudaxileya dest pê kê, sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkas a Qersê ya 3’yemîn û Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê ya 3’yemîn hatin kirin.    Hat diyar kirin ku piştî teqînê li herêmê dest bi operasyonê hatiye kirin.