Rojnamegeran: Rastiya şer mirovan dikuje 2019-10-22 10:02:51 STENBOL - Rojnameger Tugrul Eryilmaz û Mûrat Çelîkkan, bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Em rojnameger, divê li dijî êrîşan ji mirovan re bêjin ku aştî pîvanek gerdûniye.”   Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel agirbesta di 17’ê Cotmehê de hat îlankirin jî, bê navber dewam dike. Di êrîşan de bi sedan welatî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran jî cih û warên xwe terk kirin. Rojnameger Tugrul Eryilmaz û Murat Çelîkkan derbarê helwesta rojnamegerên ku vê pêvajoyê dişopînin û şahidiya texrîbatên di şer de tên avakirin dikin de axivîn û diyar kirin ku divê mirov tim aştiyê biparêzin.   ‘AŞTÎ PÎVANEK GERDÛNIYE’   Eryilmaz, bertek nîşanî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha axivî: “Divê em alîgiriya aştiyê, rastiya şerê ku mirovan dikuje û tune dike baş vebêjin. Derdekê me yê wisan heye. Ango cihekê ku agir pê dikeve dişewirtîne. Ev wisane. Lê aştî pîvenek gerdûniye. Em rojnameger divê rastiya pîvana gerdûnî ya aştiyê ji mirovan re vêbêjin. Piştî êrîşan hesabên medya civakî hatin lêkolinkirin û ji ber vê gelek kes hatin binçavkirin. Ev binpêkirina mafê azadiya ramanê ye. Ev bandorê li ser me rojnamegerên jî dike. Li dijî van binpêkirinan divê em rê û rêbazên alternatîf pêş bixin. Ezê tim rastiyan bêjim. Bila dewlet û partiyên siyasî propaganda bikin.”   ‘AŞTÎ XWESTIN MAFEKÊ HERÎ XWEZAYÎ YE’   Murat Çelîkkan jî, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da û wiha got: “Li cihekê ku şer û pevçûn hebe, li wê derê dest pê kê rastî dimire. Di demên şer de her tim bi dengê bilind tê axaftin. Ji bo ku dengên cuda neyin bihîstin. Îro hesabên medya civakî tên lêkolînkirin. Evê bi xwe re sûcên nû bîne. Ev jî dide xuya kirin ku li Tirkiyeyê azadiya raman tuneye. Îro li Tirkiyeyê daxwaza aştiyê kirin, bûye sûc. Li tu deverekê cîhanê aştî xwestin ne sûce. Aştî mafê herî xwezayî yê mirovane. Li aliyê din divê neyê ji bîr kirin ku axaftinê li meclîsa Tirkiyeyê de jî tên kirin, êdî weke sûc tên hesibandin. Em rojnameger çi dibe bila bibe emê li dû rastiyan baz bidin. Divê em dengê rastiyan derbixin holê. Baweriya em bê vê yekê tê.”