Li Girtîgeha Osmaniyeyê binpêkirina mafan 2019-10-22 09:08:58   OSMANIYE - Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, nameyek ji ÎHD'ê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê, nameyek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê re şandin û di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan. Girtî Mehmet Kaziciî Mîkaîl Pelît, Şeyhmûs Kaya, Nacî Salman, Adem Amaç, O.Azad Încî, Mehmet Kiliç û M. Salîh Aktaş name şandin û gotin, êdî bi kêfî cezayên dîsîplînê li wan tên birîn.    Girtiyan, destnîşan kir ku mafên wan ê qanûnî tên binpêkirin û gotin: "Jimariya li ser piyan tê ferzkirin û ji ber vê cezayê dîsîplînê li me tê birîn. Îdareya girtîgehê dest datîne ser pirtûk û kovaran. Rojnameya Yenî Yaşamê andin. Mafên me yên ji bo sohbet û atolyeyan tên binpêkirin. Dest danîn ser radyoyên me. Ser hewadariyê bi têlan hatiye girtin. Malbatên me bi saetan li derve tên sekinandin. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bibin."    Girtiyan, di nameyê de bilêv kirin ku wan serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê jî daye, lê belê bersiv nedane wan.