ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN 2017-12-03 09:00:15 * Pirtûkxaneya bi Deng a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku ji bo çavkaniya zimanê zikmakî yê zarokan hatibû vekirin, ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Xebatkarên yekîneyê ji kar hatin derxistin û qeydên di malpera înternetê de jî hat astengkirin.    * Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê her dem li dijî zextan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê bi kûçikan dikevin girtîgehê û li "bombeyan digerin."   * Jinên dinava herî û baranê de di zeviyan de dixebetin, ji serê sibê heya tarîtiya şevê dixebitin. Jinan, diyar kirin ku berdêla keda destên xwe nagirin, lê ji ber ku li ser piyên xwe dimînin bi keyfxweşin.      * Rukiye Suren a ji ber êrîşên dewletê ji navçeya Nisêbînê koçî Germencîkê kir, ji bo debara malê bike û zarokên xwe xwedî bike ji karê zeviyên bigire heya paqijiya malan 15 salin kar dike. Suren, destnişan kir ku keda wê zêde nayê ditin û 15 salên bê sîgorta dixebite û wiha got: "Têkoşîna min dê bidome."    * Dîmenên JÎTEM'ê yên di sala 1992'yan de li Cizîrê dema welatî bi zorê li panzerê sîwar dikirin, di hişê raya giştî de cih girtibû. Klîba ku van dîmenan diweşîne û welatiyê bi navê K.Ş. piştî ev dîmen li ser medyaya civakî parve kir, dadgehê got ku "Di vê dîmenê de sembolên PKK/KCK'ê hene û dîmenên endamên rêxistinê hene..." ji propagandayê doz li K.Ş. vekir.   *Şaredariya Rêya Armûşê dema di destê DBP'e de bû gelek proje dan îhaleyê û pereyên wan li bankayan razandin. Lê heta niha proyek jî neket meriyetê. 30 milyon TL pereyên ku ji bo projeyan hat razandin jî nayê zanîn çi lê hat.    *Endamên Egîtîm Sen'a Êlihê yên tev li çalakiya "Em dê li dijî şer aştiyê biparêzin" bûn, meheneyên wan ji 1/30 hat birîn. Endamên mafê wan hat xwarin, serî li dadgeha bilind dan. Dadgehekê çalakî wekî xebatên sendîkayî dît û kedkar mafdar dît. Dadgehek din jî ceza parast û wekî “pêdiviyên civaki yên mecbûrî" nirxand.    * Li taxa Kizilcakoy a Efelerê ya Aydinê darên zeytûnan yên sedan salan ji ber bermahiyên febrîqeyan hişk dibin.  Suryaniyên Nisêbînê ku neçarî koçber bibûn dema vegeriyan axa xwe ji 7 dêran 3’yê wan bi awayek hevpar restore kirin. Ji ber pêvajoyê dawîn Suryanî di gund de mabûn jî koç kirin û kesên biçin dêrê neman.    *  Rêxistina HDP'ê ya Erdexanê dê 2'yemîn Kongreya xwe bi tevlêbûna Ayhan Bilgen pêk bîne. (10:00) BI DÎMEN E   * Rêveberiya Bajarê Mêrsînê ya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) dê bi tevlêbûna HevBerdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît li Salona Şaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê civînê pêk bînin. (13.00)   * SES, SHU-DER, DER-MEZ, dê bi minasebeta 3'ê Kanûnê roja astengdaran li Şaxa SES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dê bi tevlêbûna parazvanê mafên mirovan Akin Birdal û Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş Serokê EMEP'ê yê Îzmirê Emine Uyar panela "Di siyaseta Demokratik de Azadî" pêk bîne. (14.00)   * Xebatkarên çapemeniya azad dê li Stenbolê bi minasebeta salvegera bombekirina avahiya Rojnameya Ozgur Ulke daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)