'Divê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin' 2019-10-19 13:40:21   ÎZMÎR - Endamên Meclisa Partiyê yên HDP'ê diyar kirin ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî şoreşa jinê ye û gotin ku divê Sûriye ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin.    Endamên Meclisa Partiyê (MP) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye îlankirin nirxandin. Endamên MP'a HDP'ê Îbrahîm Akin diyar kir ku şerê li Sûriyeyê bûye şerê hêzên emparlîst ên Cîhanê û wiha got: "Wê dem nîşan bide ku çi encam ji hevpeymana bi Tirkiyeyê re derkeve. Êrîşa Tirkiyeyê ya di bin navê "herêma ewle" hatiye destpêkirin, hemû gelan ji cih û warên wan kiriye. Em weke HDP naxwazin xwîn birijê û dayik xarokên xwe binax bikin. Em weke prensîb li dijî şer in. Peyman dikare ji bo rawestandina xwînê weke peyameke baş bê nirxandin lê di encamê de gelên li wir biryar bidin."    'DIVÊ KU SÛRIYE JI SÛRIYEYAN RE BÊ HIŞTIN'   Akin destnîşan kir ku Hikûmeta Sûriyeyê diyar dike ku naxwaze hin hêzên din li ser axa wê bin û ev tişt anî ziman: "Mirovên ku bi salan e li ser wê axê dijîn çima axa terk bikin? Ev ji hêla mirovahiyê ve jî nayê qebûlkirin. Dê piştî hevdîtina li Rûsyayê rewşê hîn zelaltir bibe. Daxwaza me ew e ku mirov bi rêza xwe biryara xwe bidin. Di hiştina Sûriyeyê ya ji sûriyeyiyan re feyde heye. Em li dijî mudaxaleyên derve ne ku sûriyeyay ji ser axa wan dike."   'ÊRÎŞ LI ŞOREŞA JINÊ HATIYE KIRIN'   Endama MP'a HDP'ê Berna Çelîk jî bi lêv kir ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şoreşa jinê ye û wiha got: "Êrîş li destkeftî û vîna gelan tê kirin. Siberoja mirovan tê tunekirin. Jin û zarok tên qetilkirin. Ji gelek welatan gelan deng da û bertek nîşan dan. Lê bertek ne bes in, lewra hê jî êrîş didomin. Dîsa zarok, jin û siberaoja me tên qetilkirin. Jinan kirdeya jiyanê ye. Em ê tu carî qebûl nekin ku kirdeyên jiyanê jin bên qetilkirin."