Çaksu: Tirkiye amadekariya êrîşeke mezin dike 2019-10-19 13:33:25 SERÊKANIYÊ - Rojnameger Ersîn Çaksu di roja 11’emîn a êrîşên Tirkiye ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam dikin, ji Serêkaniyê agahî dan û diyar kir ku Tirkiye bi hêzên xwe li Serêkaniyê amadekariya êrîşeke mezin dike.  Êrîşên Tirkiyeyê, yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê cotmehê de dest pê kir, di roja 11'an de berdewam dike. Li gel ku di navbera Tirkiye û DYA de di 17'ê Cotmehê de li Enqereyê agirbest ilan kirin jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Serêkaniyê bê navber berdewam dikin. Li dijî êrîşan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersîv dide. Herî zêde li Serêkaniyê şer bi giranî didome. TSK û OSO bi çekên giran êrîş dikin û QSD jî bersîv dide.  Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û Rojnameger Ersîn Çaksu ku 11 rojin kêlî bi kêlî şerê li Serêkaniyê dişopîne agahiyên dawî parve kirin. Çaksû, anî ziman ku TSK çek û eskerên OSO sewqî Serêkaniyê dikin Çaksu, da zanîn ku li gel agirbestê jî ev du roj in êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî Serêkaniyê bênavber didomin û wiha got: "Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber hêz û çekên giran teqwiyeyî navçeyê dikin. Şervanên QSD'ê û şêniyên Serêkaniyê jî di xeta parastina rewa de bersiva van êrîşan didin. Ji şevê din ve li xeta sînor bi taybetî li taxa Maheteyê, li rojhilatê bajêr û li nexweşxaneyê êrîşên dijwar hatin kirin. Di heman demê de gelek çek, cebilxane û wesayîtên zirxî jî şevê din derbasî Serêkaniyê hatin kirin. Amadekariyên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin nîşan didin ku dewleta tirk vê ‘agirbestê’ ji bo xwe weke derfetekê bi kar tîne da ku êrîşeke mezintir bike. Li dijî vê yekê, şervan û şêniyên Serêkaniyê jî berxwedana xwe didomînin. Di heman demê de liv û tevgera hewayî ya li ser Serêkaniyê jî didome.”