Zarokê 15 salî di nava 3 mehan de 3 caran hat binçavkirin 2019-10-19 13:32:56   STENBOL – Zarokê bi navê N.Ç. ê nû ket 15 saliya xwe dinava 3 mehan de 3 caran hat binçavkirin. Bavê N.Ç. Murat Çakan, diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê de hemû zarokên wî bi erdê re dirêj kirin û got: “Zarokê min bi awayekê bêmaf hat binçavkirin. Dixwazim bê berdan.”    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, polîsan di duh bi ser mala zarokê 15 salî N.Ç. de girtin û binçav kirin. Polisan N.Ç. birin Şaxa Zarokan a Uskudarê. Li bendê ye ku N.Ç. roja Duşemê sewqî Edliya Çaglayan a Stenbolê bê kirin û têkildarî hinceta binçavkirin N.Ç. tu tişt nehat zanîn.    ŞERTÊ KONTROLA EDLΠ   Hat zanîn ku N.Ç. di 17’ê Cotmehê de ketiye 15 saliya xwe û dinava 3 mahan de ev 3 carin tê binçavkirin. N.Ç. di dema şermezarkirina qeyûm tayînê Şaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin de li parkê rûniştibû. N.Ç. di 23’yê Tebaxê e li vê derê hat binçavkirin û piştî îfade da dozger hat berdan.    N.Ç. mehek şûnde di 23’yê Îlonê de jî, di serdegirtina malan de dîsa hat binçavkirin. Bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” N.Ç. 3 rojan dibin çavan de ma û wî derxistin Edliya Çaglayan a Stenbolê. N.Ç. piştî ku îfade da dozger bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin. Bi şertê ku her hetfê N.Ç. biçe îmze bide hat berdan.    ZAROK BI ERDÊ RE DIRÊJ KIRIN    Bavê N.Ç. Murat Çakan, bertek nîşanî binçavkirina kurê xwe da û derbarê binçavkirin wî de ev agahî dan. Kurê min din ava 3 mehan de ev 3 carin tê binçavkirin. Ev bêhiqûqî û bêmafiye. Polîsan di binçavkirina herî dawî de, serê sibê saet 06.00’ê bi ser malê de girtin. Wesayîtên zirxî, hêzên çewîk û maşîne li ber mala me kom bûn. Bi balyozan deriyê mala me şikandin. Me got li malê pitik hene. Qet guh nedan me. Hemû zarok bi erdê re dirêj kirin. Mal ser û bin kirin. Lê tiştek nedîtin. Girtek bi me dan îmzekirin û zarokê min birin şaxa polîsan.”    Çakan da zanîn ku kurê wî li Şaxa Zarokan a Uskudarê tê girtin û wiha got: “Biryara veşartinê danîne ser dosyeya wî. Parêzer nikarin tu agahiyan bigirin. Ev bêhiqûqiye. Em vê qebûl nakin.”