'Divê zagona înfazê bê guhertin û ATK tenê ne erkdar be' 2019-10-19 12:51:42 ENQERE – Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest xala "Ji bo ewlehiya civakê talûke ye" ya zagona înfazê bê guhertin. Endamê Rêveberiya TÎHV'ê Dr. Nihat Bulut jî xwest der barê girtiyên nexweş de ATK tenê ne erkdar be û nexweşxaneyên din jî erkdar bin.  Li girtîgehan girtiyên nexweş nayên berdan û raporên wan li ber çavan nayê girtin.  Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan Hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Rewşa 457 girtiyên nexweş giran e. Di nava 2019'an de 15 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Parazvanen mafên mirovan, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwest rayedar di zagonan de guhertinan çêkin.      ÇEVÎRMEN: ZAGONA ÎNFAZÊ LI PÊŞ BERDANA GIRTIYAN ASTENG E   Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Di zagona Înfaza Ceza ya 2013'an de guhertina “Girtiyên ji ber nexweşiyên giran nikarin bi serê xwe bijîn înfaza ceza tê taloqkirin" hatibû guhertin. Lê di guhertinê de xala  "Ji bo ewlehiya civakê talûke ye" ya zagona înfazê rê li pêş berdana girtiyan digire. Çevîrmen, anî ziman ku ji bo girtiyên nexweş bên bertan tenê rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) esas tê girtin û xwest êdî rapor tenê bi ATK'ê bi sînor nemîne û nexweşxaneyên din jî bên erkdarkirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê ATK bûye saziyek polîtîk. Bi hinceta ewlehiyê rapor nade girtiyan. Divê di zagonê de xala "Ji bo ewlehiya civakê talûke ye" bê rakirin."    Çevirmen, da zanîn ku li gelek girtîgehan ekîbmanê têr û bibin bersîva girtiyên nexweş tune û wiha bi dawî kir: "Li girtîgehan nexweşxaneyên bi rêk û pêk ku bibin bersîva hemû nexweşiyan tune ye. Girtî herî zêde ji krîza dil jiyana xwe ji dest didin. Lê nenexweşxaneyên bibin bersîv tune ne. Disa ji bo nexweşiyên din jî nexweşxane têr nakin."    Çevîrmen,  bang li Wezîrê Dadê û Wezareta Tenduristiyê jî kir û xwest di qada zagonî û tenduristiyê de gav bên avêtin û girtiyên nexweş serbest bên berdan.      DR. BULUT: DIVÊ ATK  XWESER BE     Endamê Rêveberiya TÎHV'ê Dr. Nihat Bulut jî xwest der barê girtiyên nexweş de ATK tenê ne erkdar be û nexweşxaneyên din jî erkdar bin. Bulut, bal kişand peymanên navneteweyî û zagonên Tirkiyeyê û wiha axivî: "Divê Saziya Tipa Edlî (ATK) bibe saziyek xweser. Dive tenê ATK ne erkdar be. Divê nexweşxaneyên din jî karibin biryarê bidin."