Sewqiyeta wesayîtên zirxî ya li ser sînor dewam dike 2019-10-19 12:06:16   RIHA - Sewqiyeta wesayîtên zirxi ya li ser sînorê Girê Spî di roja duyemîn a agirbesta dinavbera DYA û Tirkiyeyê hat îlankirin de jî, dewam dike.    Agirbesta di navbera DYA û Tirkiyeyê de hat îlankirin, ket roja 2’yemîn. Lê di roja 2’yemîn a agirbestê de jî, sewqiyeta tank û wesayîtên zirxî ya li ser sînorê bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dikeve pêşberî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê dewam dike.    Duh bi şev, ji Tugaya Tank a Zirxî ya 5’emîn a navenda Rihayê konveyeke ji wesayîtên leşkerî pêk tê bi TIR’an derbasî ser sînorê navçeya Kaniya Xezalan hat kirin. TIR’ên ku wesayîtên zirxî birin ser sînor di saetên serê sibê de veberiyan tugayê.    Li aliyê din wesayîtên zirxî yên li herêma Girê Spî hatibûn derpkirin, bi brandayan ser girtin û birin tugayê.