Polîsan bi ser mala Botan, Demîrbaş û Baysal de girtin 2019-10-19 11:33:48 AMED - Rojnameger Nûrcan Baysal di twîtterê de diyar kir ku nêzî 30-40 polîsan îro serê sibê saet di 05'an de bi ser mala wê de girtine. Siyasetmedar Lezgîn Botan û Abdullah Demîrbaş jî di twîtterên xwe de ragihandin ku polîsan bi ser malên wan de girtiye.   Rojnameger-nivîskar Nûrcan Baysal, li ser hesabe medya civakî diyar kir ku nêzî 30-40 polîsan îro serê sibê saet di 05'an de bi ser mala wê de girtine û hemû alavên li mala wê belav kirine. Baysal, anî ziman ku parvekirinên wê yên medya civakî hincet nîşan dane û ji ber li dervê welat bû nehatiye binçavkirin. Baysal, da zanîn ku polîsan piştî bi ser mala wê de girtine pirsa wê kirine û wiha got: "Ez niha li dervê welat im. Ji ber vê yekê nehatime binçavkirin. Lê ji ber ev tişt anîne serê 2 zarokên min ên biçûk, çawa ji dervê welat vegerim ezê der barê wan de serlêdana sûc bikim."    POLÎSAN BI SER MALÊN SIYASETMEDARAN DE JÎ GIRTIN    Li aliyê din Serokê Şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê yê berê Lezgîn Botan di hesabên xwe yê Twîtterê de ragihandin ku polîsan bi ser malên wan de girtiye.    Abdullah Demîrbaş di parvekirina xwe de wiha got: "Duh bi şev saet di 02.00'an de tîmên taybet bi ser mala min a li Tirkiyê de girtin."    Lezgîn Botan jî di parvekirina xwe ya Twîtterê de wiha got: "Îro serê sibê zû polîsan bi ser mala xwezerû min de girtin. Deriyê wan şikandine. Xwedêgravê li min digerin. Hûn bi qasî ku li du însanên extiyar û nexweş heqaret û îşkenceyê bikin guneh û aciz in. Teqez bedelê vî sûcê mirovahiyê ku hûn dikin hûnê bidin. Ez bi tundî şermezar dikim."