7 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-10-19 10:19:14 WAN - Li Wanê, 7 kesên di avakirina 7’emîn salvegera HDP’ê de duh hatin binçavkirin, hatin berdan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Wanê, bi boneya avakirina 7’emîn salvegera partiya xwe xwest meşekê li dar bixe. Lê polîsan mudaxileya meşa HDP’iyan kirin û endamê Meclîsa Partiyê Yûnûs Dûrdû, rêveberên partiyê Kerem Kaçmaz, Neslîhan Şedal û 4  kesên navên wan nehatin zanîn binçavirin û birin miduriyeta polîsan.    7 kesên sewqî dozger hatin kirin, piştî îfade dan û kontrola wan a tenduristiyê hat kirin, hatin berdan.