‘Werin guh bidin dengê elewiyan’ 2017-12-02 15:10:32 STENBOL – Xebatkarên TV10 a bi KHK’ê hat girtin ji bo televîzyona wan bê vekirin di hefteya 61’emîn de li hev kom bûn û gotin: “Werin guh bidin dengê elewiyan.”  Xebatkarên TV10 a bi KHK’ê hat girtin ji bo daxwaza televîzyona wan dîsa vebibe di hefteya 61’emîn de çalakiya xwe dewam kirin. Xebatkarên televîzyonê li ber Lîseya Galatasaray li hev kom bûn û Dayikên Şemiyê, endamên ÎHD’ê, nûnerên saziyên elewiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin” û dowîzên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Dengê elewiyan TV10” hatin hildan. Her wiha xebatkarê televîzyonê Mustafa Deprem yê ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.    ‘WERIN GUH BIDIN DENGÊ ELEWIYAN’    Xebatkarê televîzyonê Huseyîn Kellecî daxuyanî xwend û got: “61 hefteye em li Qada Galtasaray in. Hûn ekranên me tarî bikin jî em ê li vir bibin dengê elewiyan.” Kelleci bal kişand ser îşaretkirina malên elewiyan ên li Meletiyê û wiha dewam kir: “Li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê jî malek elewiya hat îşaretkirin. Viya jî dide nîşandan ji Kerbelayê heta niha zilm dewam dike. Lê em ê tu demê dev ji baweriya bernedin û li ber xwe bidin.”    Kellecî da zanîn ku Qada Galatasaray jî bûye televîzyonek biçûk TV10 û wiha got: “Galatasaray Meydanı’nın da küçük bir TV10 olduğunu dile getiren Kelleci, “Werin guh bidin dengê elewiyan. Dibe ku hûn ekranên me bigirin lê tu demê hûn nikarin çavê me bigirin.”