Dr. Cengîz Guneş: Tirkiye sûcê şer dike 2019-10-19 10:18:17 ENQERE – Ji Zanîngeha Openê Dr. Cengiz Guneş, têkildarî peymana di navbera Tirkiye û DYA de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat îmzekirin got: "Li ser axa Kurdan hewldanên dagirkeriyê heye. Lê ev hewldan dê li qadê encamê negire. Peyman bi vî rengî dê kaosa li Sûriyeyê kûrtir bike. Li gel agirbest heye jî Tirkiye hêj êrîş dike. Tirkiye li wir sûcê şer dike."   Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanistiya Siyasî ya Zanîngeha Oper a Îngiltereyê Dr. Cengîz Guneş, têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymana di navbera Tirkiye û DYA de hat îmzekirin nirxandin kir. Guneş, anî ziman ku ji ber operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem Trump û hem jî Tirkiye di bin zextan de ye û wiha got: "Ji ber van zextan peymanek wisa îmze kirin. “Ez bawer nakim ku ev peymana di navbera Tirkiyeyê û DYA de temendirêj be. Tenê ji bo du alî demê qezenç bikin ev peyman îmze kirine. Li gel peymanê li vir helwesta Sûriye û Rûsya diyarker e. Armanca yekemîn a Rûsyayê ewe ku Sûriye li ser axa xwe serdest bin. DYA bi vê peymanê rêya dagirkeriyê li pêşiya Tirkiyeyê vekiriye. Ji ber vê yekê ne Rusya  û ne jî Şam vê yekê qebûl nakin. Ev peymana di navbera Tirkiye û DYA'yê de li dijî armanca Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê de ye."     ÇETEYÊN KU TIRKIYE LI SÛREYE AVA KIRENE BI PIRSGIRÊK IN   Guneş, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye çete li Sûriyeyê ava kirine bi Şamê re pirsgirêkan dijîn û wiha lê zêde kir: "Rejîma Şamê van komên çete ên li ser axa wê hatine avakirin wekî dijminê xwe dibîne. Ez bawer nakim ku destûr bide vê hewldana dagirkeriya komên çete. Li gorî peymana di navbera Tirkiyeyê û DYA'yê de wê li seranserî sînor mekanîzma ku wekî "Herêma Ewle" pênase dikin bê avakirin. Lê Hêza Sûriyeya Demokratîk diyar kirin ku peyman tenê li herema şer a Serêkaniyê û Girê Spî (Tel Abyad) derbasdar e. Niha Tirkiye bi Rusya û rejîme re hevdîtin dike. Çavuşoglu diyar kir ku ji bo seranserî sînor mekanizmayek wisa dixwaze. Lê ev li dijî armanca Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê ye. Hêza Tirkiyeyê ya vê yekê jî tune ye. Hêza Tirkiye ku tawîzan ji Rûsya bistîne tune ye."    'LI GEL AGIRBESTÊ TIRIKYE HÊJ ÊRÎŞ DIKE'    Guneş, da zanin ku ev peyman zû bi zû nakeve meriyetê û wiha lê zêde kir û wiha got: "Peymanên di navbera Tirkiye û Şamê de pêk bên wê diyarker bin. Tê xwestin ku hêzên Kurd ên li herêmê tune bikin. Ji ber ku dema em lê dinerin, li gel agirbest heye jî Tirkiye hêj êrîş dike. Tirkiye li wir sûcê şer dike. Ez bawer nakim ku ev peyman li qadê encam bistîne. Di serî de hêzên Kurd vê yekê qebûl nakin. Şam û Rusya jî vê yekê qebûl nakin. Ev peymana di navbera Tirkiye û DYA'yê de wê kaosa li Suriyeyê kûrtir bike. Ji ber ku ev peyman hewldana dagirkirina herêma Kurdan e. Ev xizmeta aştiya nava Sûriyeyê nake. Di rastiyê de ev ne agirbest e. Tirkiye ji bo dagirkirinê dikeve axa Sûriyeyê û armanca dike ku hebûna xwe li wir mayinde bike."     MA / Selman Guzelyuz