QSD'ê nasnameya kujerê Hevrîn Xelef aşkera kir 2019-10-19 09:19:21 NAVENDA NÛÇEYAN -  QSD'ê nasnameya kujerê Hevrîn Xelef ku endamê ‘Artêşa Niştimaniya Sûriyê’ ye aşkera kir.   Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mistafa Balî li ser hesebabê xwe yê twîtterê têkildarî qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef daxuyaniyek da û nasnameya kujerê Hevrîn Xelef aşkera kir. Balî li ser hesabê xwe wêneyê kujer Hatim Ebû Şeqra parve kir û ev agahî dan: "Hatim Ebû Şeqra, kujerê 9 kesên sivîl li ser rêya M4 ku yek ji wan kesan jî Hevrîn Xelef e.” Balî di berdewama twîta xwe de destnîşan kir ku kujer Hatim Ebû Şeqra beriya ku tevlî nav komên di bin kontrola Tirkiyeyê ku navê ‘Artêşa Niştimaniya Sûriyê’ li xwe kirine bibe, weke cîhadîstekî di nav El Qaîdê de cih girtiye.     Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019'an de li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di wesayîta xwe de rastî êrişeke çekdarî ya ‘Artêşa Niştimaniya Sûriyê’ hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.