Li navçeyên li sînor rewşa perwerdehiyê 2019-10-19 09:14:23 RIHA - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Îsmaîl Tûtal, bilêv kir ku operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di perwerdehiya xwendekaran de bûye cihê pirsgirêkên mezin.  Yek ji bajarên tesîr ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire jî Riha ye. Ji ber şerê diqewime li navçeya Serêkaniyê, Bêrecûk, Pirsûs û Kaniya Xezalan perwerdehiya li dibistanan hat rawestandin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Îsmaîl Tûtal, bilêv kir ku ji roja operasyon dest pê kiriye heta niha li Bêrecûkê perwerdehiya 11 dibistana, li Pirsûsê perwerdehiya 31 dibistanan, li Kaniya Xezalan û Serêkaniyê jî perwerdehiya hemû dibistanan hatiye arwestandin. Tûtal, bilêv kir ku ev bûye sedema pirsgirêkên ku telefaiya wan çê nabe.    'DIVÊ ZAROK ROJEK BERÎ ROJEKÊ BIÇIN DIBISTANÊN XWE'    Tûtal, diyar kir ku her çend Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî gotibe wê ev yek bê telafîkirin jî, lê belê tişta dixuyê ne wisa ye û got: "Me ev yek di sala 2011'an de di rewşa zarokên ku ji ber şerê Sûriyeyê koçber bûn de dît. Gava zarok ji cihê xwe dûr bikevin û di warê perwerdehiyê de nehqlî deverine din bên kirin pirsgirêkên mezin rû didin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev şer biqede û zarok biçin dibistanên xwe. Em li bendê ne di vî warî de îktîdar gavina bavêje."    Tûtal, anî ziman ku malbat di şert û mercên zehmet de zarokên xwe didin xwendin, dişînin dersxane û etûtan, lê belê niha ev navend girtîne. Tûtal, got: "Wextê wan tê xwarin. Gava xwendekar xwe ji bo ezmûnê amade dikin, di heman demê de li hemberî demê jî têdikoşin. Wê windhaiya vê yekê di ezmûnan de derkeve holê. Wê 5-6 meh şûnde têkevin ezmûnê. Em hêvî dikin ev mexdûriyet bê telafîkirin."