Derbara hevşaredarên Panosê de lêpirsîn 2019-10-19 09:10:09 WAN - Serdozgeriya Komarê ya Panosê, derbarê hevşaredaran de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de "pêşwazîkirina endamên Meclîsa Partiyê yên ji girtîgehê derketin, di mîtînga hilbijartinê de xwestina dengan û nîşan serketinê" wekî delîlên sûcî hatin hesibandin.  Serdozgeriya Komarê ya Panosê, derbarê hevşaredarên Şaredariya Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç de lêpirsînek da destpêkirin. Di lêpirsînê de pêşwazîkirina Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya ya di 26'ê Adara 2019'an de ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê derket, nîşaneya serketinê ya di dema pêşwazîkirina Yerlîkayayê de, di dema mîtînga HDP'ê ya Agiriyê de çepikên ji bo Hevşaredarê Kongreya Civak Demokratşk (KCD) û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk û di mîtîngê de daxwaza hevşaredaran a ji bo dengan wekî delîlên sûcî hatin hesibandin.    Parêzerê hevşaredaran Kemal Altûnay, destnîşan kir ku li vira ya tê darizandin ne hevşaredar HDP bi xwe ye. Altûnay, bilêv kir ku ev lêpirsîn dij hiqûqê ye û got, di dosyeya lêpirsînê de tiştekî ku wekî sûc bê hesibandin tune ye.