ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-19 09:00:22 * Serdozgeriya Komarê ya Panosê, derbarê hevşaredaran de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de "pêşwazîkirina endamên Meclîsa Partiyê yên ji girtîgehê derketin, di mîtînga hilbijartinê de xwestina dengan û nîşan serketinê" wekî delîlên sûcî hatin hesibandin.  * Neviyê Şêx Seîd Bedrî Firat, operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi "sûreya Fetîhê" dest pê kir şiband Tevgera Enfalê ya Seddam û got, îbadeta herî mezin serîrakirina li hemberî êrîşa ye û îşaret bi "Kongreya Neteweyî ya Kurd" kir.    * Kûmrû Akgun, bilêv kir ku birayê wê Erdal Ozel xwarinê dişo paşê dixwe û got: "Ev edaleteke çawa ye? Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."    * Nisêbîniyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: “Tayînkirina qeyûman ne hiqûqiye. Em ne şer û ne jî qeyûm dixwazin.”   * Hiqûqnasên li Nisêbînê lêkolîn kirin, ragihandin ku derbarê mirina kesên li bajêr lêpirsîneke çalak nehatiye destpêkirin û ew ê gilî bikin. Hiqûqnasan, gotin ew bûne şahid ku li Nisêbînê gotinên Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Feyzîoglû pêk hatine.    * Du xwişkên hev du ên 14 û 15 salî ku kalê wan ew îstismar kirin, tiştên hatin serê wan ji mamosteyên xwe re gotin. Li kal C.O. (74) ku hat berdan, doz hat vekirin.    * Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got: "AKP, bûye partiyeke ku sûc dike."    * Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Îsmaîl Tûtal, bilêv kir ku operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di perwerdehiya xwendekaran de bûye cihê pirsgirêkên mezin.    * Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 759'an de li Qada Galatasarayê hewl bidin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)     * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêma Amedê wê têkildarî êrîşên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kolana Hunerê ya Semta Ofîsê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, wê têkildarî geşedanên dawî li Rêxistina HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hêza Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê dê bi şîara "Li dijî şer em aştiyê diparêzin" li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, bi boneya winda bên dîtin û faîl bên darizandin dê li Navçeya Konakê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin wê li Qada Gelatasarayê di hefteya 394'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 268'an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê wê têkildarî mîtînga "Ji bo Demokrasiyê em kom dibin" ku walîtiyê qedexe kiribû daxuyaniyê bidin.  (15.00)