MSD: Enqereyê lihevkirin binpê kir 2019-10-19 08:51:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) diyar kir ku Enqereyê lihevkirin binpê kiriye û bang li civaka navdewletî kir ku çavdêrên navdewletî rêke da ku lihevkirina agirbestê biparêzin.   Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD), daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel êrîş didomin û Enqere lihevkirin binpê dike. Daxuyanî MSD'ê wiha ye: "Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û navbeynkariya DYA`yê duh bi şev agirberst di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û dewleta Tirk de li ser dirêjahiya dûrbûna di navbera Eyn Îsa û Serêkaniyê de hate ragihandin. Hêzên Sûriye Demokratîk ji duh bi şev saet 22:00`an ve li gorî dema Sûriyê û heta vê kêliyê li gorî lihevkirinê tevdigere. Lê dewleta Tirk û milîsên wê li gorî biryarê tevnegeriyan û vê sibehê gundê Um El-Xêr ê ku dikeve başûr û rojhilatê Serêkaniyê topbaran kir. Di encamê de 5 şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk tevî hejmarek sivîl şehîd bûn. Her wiha topbaran domdar li hember gihandina birîndaran û xilaskirina sivîlan bû asteng."    MSD'ê da zanîn ku wek Meclisa Sûriye Demokratîk raya giştî ya cîhanî muxetab digirin û wiha got: "Em ji wan re teqez dikin ku em ji bingeha parastina jiyana gelê me û rawestandina koçberiyê, ji bingeha yekitiyaa xa Sûriyê me lihevkirina agirbestê erê kir. Lê Enqere û artêşa wê tevî bi hezaran çeteyên wê ev lihevkirin binpê kirin û êrîşên xwe berdewam kirin wekî ku lihevkirin ji binî ve tune ye. Lewra em bang li NY, Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî û El-Camîa El-Erebiye bi taybet DYA`yê ji ber ku ew navbeyna û sponserê wê dikin ku ji bingeha berpirsyariyên xwe bilivin û çavdêrên navdewletî ji bo parastina agirbesta demkî rêkin herêmê. Her wiha bihêlin ku ev agirbest daîm be û artêşa Tirk a dagirker vekişe.  Artêşa Tirk a dagirker û  komên çekdar ên girêdayî wê komkujî li herêmê pêk tînin, ev tişt jî rêxistina El-Efû ya Navdewletî di rapora xwe de teqez kir. Em spasiya tevahiya kesayet, hêzên cîhanî dikin ji ber ku piştgiriya me li hember êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê kirin. Her wiha bang dikin ku piştgiriya cîhanî dewam bibe, da ku rejîma şer û dijminiya Tirkiyê negihêje armanca xwe. Em teqez dikin ku bileztirîn rêyên bi dawîkirina aloziya Sûriyê, sponseriya NY`î ji diyaloga sûrî ya rastîn û avaker li gorî xeta çareseriya siyasî û biryarên navdewletî yên rewa ye."