Pisporê çekên kîmyewî: Fosfata spî çekeke pir talûke ye 2019-10-18 20:28:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hatibû gotin ku Tirkiyeyê li Serêkaniyê çekên kîmyewî bi kar aniye. Pisporê çekên kîmyewî Hamish de Bretton-Gordon, bilêv kir ku wî wêneyên muhîmatên ku fosfata spî di xwe de dihebînin dîtiye.   Tê gotin Tirkiye, di operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li bajarê Serêkaniyê çekên kîmyewî bi kar aniye. Derbarê van îdiayan de pisporê çekên kîmyewî Hamish de Bretton-Gordon jî axivî. Gordon, di axaftina xwe ya di rojnameya The Timesê de got: “Di 24 saetên borî de gelek wêneyên ku vê gumanê piştrast dikin hatine nîşandan. Fosfata spî çekeke pir talûke ye."